Sê gorên bikom ên din li Bîyabanên Semawe hatin vedîtin
Piroseya vehildana gorên bi kom yên enfalkirîyên Kurd li bîyabanên Semawe berdewame. Ji bilî wê gora bi koma k niha dest bi vehildana wê kirîne, sê gorên bikom din jî hatîne vedîtin û rufatên hevwelatîyên Kurd têde hene, pişkek ji kesûkarên enfalkirîyan serdana wan gorên bikom kirin û li ser hêsk û pêskê kesûkarên xwe daxwazkirin ev keys bihê bi cîhanîkirin û Îraq bifermî daxwaza lêburînê ji gelê Kurd bike.
K24- Semawe

Kesûkarên enfalkirîyan bi rêyeke dijawar re ber bi dojheya bîyabanê çûn, berî bigehin, nivêja nûkirina peymanê li gel xewday kirin. Bîrwerîyên tehlên 31 salên berî niha bo hevdû vedigêran, ev ew deme ku ti kesî ji wan, xwezî bo ne dexwaztin ku li gel hêsk û pêskên xweştîvîyên xwe biaxivin, bê ku ti bersivek bi dest wan bikeve.
Ji encama çar gorên bikom di bîyabanê Semawe de, tenê yek ji wan goran hatîye vehildan ku rufata zêdetir ji 100 enfalkirîyên Kurd têdeye û heya niha zêdetir ji nîve ya rufatan hatîne derxistin.