Serokatîya Herêma Kurdistanê daxuyanîyek belav kir
Ew efserê Îraqî di dema vehildana goreke bikom ê enfalkirîyên Kurd li bîyabanên Semawe, daxwaza ladana alayê kurdistanê kir ku di stûyê yek ji kesûkarên enfalkiîrîyan de bû, li beranber wê reftarê rêkarên yasayî li dijî wî efeser hatin wergirtin û serokatîya Herêma Kurdistanê jî supasîya parêzgarê Musena kir li beranber wê helwêsta wî.
K24- Hewlêr

Ev deqa wê daxuyanîyêye:
Tevger û helsukefta nehêja ya takekesiya efserekî Iraqî beramber bi ala Kurdistanê li milê yek ji kesukarên qurbaniyên Enfalê da ya li parêzgeha Musenna ku cihê nîgeraniye, karvedaneke zêde lêket.
Spasî birêz parêzgerê Musenna dikîn ku ji bo vê rûdanê daxwaza lêborinê kiriye û rêkarên yasayî beramber bi wî efserî li ber girtiye. Her wiha spas ji bo wan hemû kesên ku helwest li ser vê kirdarê hebûye.
Dûpat dikîn ku reftarên bi vî awayî tênegihîştin û rêznegirtine li destûra Iraqê û karekî takekesiya wiha nabê bibê sedema girjî û karvedanên neyasayî ya li tu cihekê. Divê em hemû bi giyanê pêkvejiyan û lêboriniyê biparêzin û rêz li destûr û mafên destûriyên hemû pêkhatan bigrîn.
Fewzî Herîrî
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
31/07/2019