Parêzgarê Musena: Bi dehan gorên bikomên din yên Kurdên enfalkirî li bîyabanên Semawe mane

Parêzgarê Musena aşkera dike ku gelek gorên bikomên din li bîyabana Semawe hene û daxwazê jî ji hikumeta Herêma Kurdistan dike berdewam bin li ser karê bi hev re û hebûna hevahengîyê daku bikarîn tevaya gorên bikom vekîn.

K24- Hewlêr

Di hevpeyvîneke taybet de bo Kurdistan24ê, Ehmed Menfî, parêzgarê Musena got: Peyama min bo birayên min li Herêma Kurdistanê û gelê me yê Kurd. Xudayê mezin nexweşîyên we bi padaşt binivîse, temen dirêjîyê bide kesên mayî. Pêwîste li ser we û li ser ku ev xwna hatîye rijtin ji bîr nekîn. Ev xwîn pîroze, her dema ev xwîn û navê enfalan bi bîrîya me bihê, pêwîste hevsoj bîn bo evan gorên bikom.

Menfî got jî: Peyama dûyem jî eve, ne tenê yek gorê bikome lê bi dehan gorên bikom li deştên Semawe  hene ku rufatên birayên me yên Kurd têdene. Daxwazê ji hikumetqa Herêma Kurdistanê jî dikim, alîkarê me bin bo vehildana gorên bikom. Çunku evî karî pêdivî bi karê hevpişke û bi tenê nahê encamdan. Me divêt bi hev re bicivîn bo yek armanc, ew jî vehildana gorane û xizmetkirina kesûkarên wane.