Merasîma salvegera cînosayîdkirina Barzanîyan destpêkir
Bi amadebaûna her yek ji serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, seroka Perlemana Kurdistanê, Rêwaz Fayeq û serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li ser mezara enfalkirîyên Barzan mersîma salvegera 36 salîya komkujîya Barzanîyan destpêkir
K24- Hewlêr

Di destpêka merasîmê de, parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî di gotarekê de, ji bilî bixêrhatina mêhvanan û pişikdarên merasîmê, behsa wê nehametî, sitem û zorê kir ku rijêma Beisê beranber bi hevwelatîyên Kurd bi giştî û barzanîyan bi taybetî encam daye.
.jpg)
Dûv re her yek ji seokê herêma Kurdistanê û seroka perlemana Kurdistanê, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê qefte gul li ser gorên qurbanîyên cînosayîdkirina barzanîyan danan.
Herweha cêgirê serok perlemana Îraqê,Beşîr Hedad û nwênerên konsulxaneyên welatên bîynî qefte gul li ser wê mezrê danan.
.jpg)
Li 31/7/1983, rijêma Beisê helmteke reşbigîrîyê destpêkir bo ji navbirin û qirkirina Barzanîyan û bêdengkirina şoreşa Kurdî û têde heşt hezar Barzanî, xort û pîrên barzanîya di ordîgehên bi zor de, Qoştepe, Behirke, Herîr, û Dîyana ber bi bîyabanên başûrê Îraqê hatin veguhazatin û li wir bi zînde biçal kirin.