Nêçîrvan Barzanî: Çavê me li rê ya bîyabana Semawe ye

Serokê herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, di gotarekê de li mersîma salvegera 36 salîya cînosayîdkirina Barzanîyan ragehand: Ev sal bîranîna salvegera Barzanîyan xemgîntire, çunku çavên me li gorên bikom û bîyabana Semawe ye.

K24- Hewlêr

Nêçîrvan Barzanî got jî: Heya niha ji tevaya heşt hezar Barzanîyan tenê rûfata 596 hatîne dîtin û vegerandin bo welat.

Nêçîrvan Barzanî got: Bîranîna ev sal a Barzanîyên Enfalkirî xemgîntire. Dîmen gelek dilhejîn in, li bîyabana Semawe, Zaro hatîye dîtin li ber singê dayka xwe ye û hatîye gullebaran kirin. Jinek din hatîye dîtin ku pênc zaro li tenişt wê ne û hatîne gulebaran kirin.

Got jî: ew dîmenên hanê, careka din dîmena zînde biçalkirina 182 hezar jin û zaro û xortên me yên Kurd dihîne pêşîya çavên me.

Heya niha ji 182 hezar enfalkirîyan tenê rûfata 2672 şehîdan hatîne vedîtin û vegerandin û ji 8000 hezar Barzanîyan tenê 596 rûfat hatîne vedîtin û vegerandin.