Mistefa Çawreş wek Berpirsê Hêzên Yekeya 70 ya Pêşmerge dest bikar dibe

Bi fermana Cîgirê yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, Mistefa Çawreş, wekî Berpirsê Hêzên Yekeya 70 ya Pêşmerge li cihê Ce'fer Şêx Mistefa dest bikar dibe.

K24- Hewlêr

Bi fermana Cîgirê yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, Mistefa Çawreş, wekî Berpirsê Hêzên Yekeya 70 ya Pêşmerge li cihê Ce'fer Şêx Mistefa dest bikar dibe.

Endamê Serkirdayetîya Yekîtî Mistefa Çawreş ji Kurdistan24 re ragihand, fermana destnîşankirina wî, wekî Berpirsê Yekeya Hêzên 70 yê Pêşmerge derketiye. Got jî, piştî ku Ce'fer Şêx Mistefa, berpirsê berê yê Hêzên 70 ê Pêşmerge, wekî Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê destbikar bû, wê demê, ew dê di postê xwe de, destbikar bibe.

Beriya niha, her yek ji Mistefa Çawreş û Mehmud Sengawî bo Berpirsê Hêzên Yekeya 70 yê Pêşmerge hatibûn pêşniyarkrin.