Li Mêrdînê 4 Sîyasetmedarên Kurd hatin girtin

Li Bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdîstanê, 4 Sîyasetmedarên Kurd hatin girtin.

K24- Hewlêr

Li Bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdîstanê, 4 Sîyasetmedarên Kurd hatin girtin.

Li bajarê Merdînê Endamên Meclisa HDP Alattin Semîr Zuhurlu, Sedat Ay, Hevserokên DBP Şexmus Sun û Leyla Bozkurt hatin girtin û Hevserokên Şarewaniya Nisêbînê serbest hatin berdan.

Polîsan, 7 Siyasetmedarên Kurd, ku beriya 2 Rojan bi Fermana Serdozgeriya Komarî ya Merdinê kiribûn bin çavan, derxistin dadgehê û bi henceta kombûnek li avahiya HDPê propagandeya Cudaxwaziyê kirin e, 4 ji wan şandin zîndanê.

Serdozgerî bi şerta bin kontrolê de bin, 3 ji van siyasetmedaran, serbest berdan.

Herwiha Hevserokê DBPê yê Sultangazî ya Stenbolê Ismail Ateş jî, bi henceta di torên komeleyetî de behsa Cudaxweziyê kirîye, 6 Sal û 3 meh cezayê zîndanê bo hate birîn.

Di dema dadgehkirinê de, parêzer, parlamenter û malbatên siyasetmedaran jî, amade bûn.