Sibê gera 13an ji danûstandinên Astanayê dest pê dike
Wezareta derve ya Kazaxistanê, di beyannameyekê de ragihand, sibe gera 13emîn a danûstandinên Astanayê di derbarê rewşa Suriyê de, bi amadebûn a nûnerên hikumeta Suriyê, Opozisyona wê, û şandên welatên beşdar, destpê dike .
K24- Hewlêr

Beyannameyê da xûya kirin, ku Şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê Gêir Pêdersen ji ber pirsgirêkên tendirustiyê di vê gerê de, amade nabe. Ligor rojnameya elWetin jî, şanda hikumetê ber bi paytexta Kazaxistanê Nur Sultan ve bi rê ketiye .
Her ligor beyannameyê, ev yekem car e, nûnerên Iraq û Lubnanê wekî çavdêr, dê di hevdîtinan de beşdar bibin.