Amerîka daxwazekê ji Civata Asayişa Navdewletî dike

Amerîka daxwaz ji Civata Asayişa Navdewletî dike, civînekê derbarê dosya girtiyên li Sûriyê lidar bixe.

K24- Hewlêr

Amerîka daxwaz ji Civata Asayiş a Navdewletî dike, civînekê derbarê dosya girtiyên li Sûriyê lidar bixe.

Di daxûyaniyekê de Neteweyên Yekgirtî ragihandiye, Amerîka daxwaza lidarxistina civînekê di derbarê dosya girtiyan û windabûyan li Sûriyê, ji Civata Asayişa Navdewletî kiriye.

Li gor ku hatî belavkirin, ew civîn dibe, di çend hefteyên bê de, were lidarxistin.

Peyvdara şanda Amerîkî li Neteweyên Yekgirtî  Şîrês Şalye got, ku dibe pêşketina di dosya girtiyan de, baweriyekê di navbeyna rejîmê û dijberiya wê de çêbike. Bi gotina wê,  bi vekirina wê dosyayê, rê li ber çareserkirina Krîza Sûriyê vedibe.