Cêgirê serokê Perlemana Îraqê: Enfal tawaneke hovîyane ya rijêma Beisê bû beranber bi gelê Kurd

Cêgirê serokê Civta Nwênerên Îraqê, tawanên Enfalê bi rojeke reş di dîroka Besê de dide dazanîn

K24- Hewlêr

Cêgirê serokê Civta Nwênerên Îraqê, tawanên Enfalê bi rojeke reş di dîroka Besê de dide dazanîn

Hesen Keibî, cêgirê serokê Civata Nwênerên Îraqê, bi boneya salvegera tawanên Enfalê ragehandinek belav kir. Di wê ragehandinê de hatîye: Karesatên Enfalê, tawaneke hovîyen ya rijêma Beisê bû li dijî gelê Kurd ku pêkhateyeke resena evî welatîye.

 Herweha Keibî piroseya Enfalê bi tawaneke reş di dîroka rijêma Beisê de û bi mezintirîn helmeta komkujîyê dazanîn û hevxemî û serexweşîya xwe jî gihande kesûkarên qurbanîyên Enfal.