Li Bakur binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin
Komeleya Mafên Mirovan di rapora binpêkirinên mafên mirovan a 6 mehên 2019'an de ragihand, ku li bajarên bakurê Kurdistanê, ji ber şer û alozî û tundûtûjiyê binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn e.
K24-Amed
Komeleya Mafên Mirovan di rapora binpêkirinên mafên mirovan a 6 mehên 2019'an de ragihand, ku li bajarên bakurê Kurdistanê, ji ber şer û alozî û tundûtûjiyê binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn e. Li gorî raporê; di şerê navbeyna PKK'ê û Hêzên Dewleta Tirk de 124 endamên PKK'ê û 29 hêzên ewlekariyê canê xwe jidest dan e. Di raporê de tê amajekirin, ku 65 kes rastî êşkenceyê hatin e û 85 kes jî, ji ber eşkerakirina fikir û ramana xwe hatine sizakirin. Rêveberên rêxistinên mafên mirovan amaje dikin, ku zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan, dê Tirkiyê di qada navdewletî de bixe rewşek zehmet.
Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê (ÎHD) rapora binpêkirinên mafên mirovan a 6 mehên 2019'an aşkera kir. Li gorî raporê li bajarên bakurê Kurdistanê, binpêkirinên mafên mirovan zêde bûne û di şer û pevçûnên di navbera PKK'ê û Dewleta Tirk de 124 endamên PKK'ê, 29 hêzên ewlekariyê û 7 sivîlên ku di nav pevçûnan de mane jî canê xwe ji dest dane. Dîsa li gorî raporê; 2 sivîl ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi hinceta ku li ser hişyariya wan nesekinîne, hatine kuştin. Li gorî nirxandina nûnerê bakur ê ÎHD'ê Abdusselam Înceoren; gelek kesên ku mafên wan tên binpêkirin jî ji ber fişaran serî li rêxistinên parastina mafên mirovan nadin.
Abdusselam Înceoren - nûnerê ÎHD'Ê yê bakur, got:"Êdî tu kes nikare li qadekê bi azadî fikir û ramana xwe bîne zimên. Binpêkirinên mafên mirovan ji yên ku tên nivîsandin 3-4 qat zêdetir in. Lê belê ji tirsa û bêhêvîtiya ji edaletê wekî berê kesên ku mafên wan tên binpêkirin jî nayên serlêdanên xwe nakin".
Li gorî rapora ÎHD'ê; li 147 gund û mezrikên 6 navçeyan, 8 caran qedexeya derketina kuçe û kolanan hatiye ragihandin û 9 herêmên 20 bajarên bakur jî wekî herêmên leşkerî hatine îlankirin. Di raporê de amarên di derbarê binpêkirinên mafên jin û zarokan jî cih digirin û tê amajekirin ku 22 jin di encama tundiya nav malbatî de û 8 jin jî di aloziyên civakî de canê xwe ji dest dane. Li gorî raporê; 65 kesên binçavkirî rastî êşkeceyê hatine, 567 kes hatine binçavkirin û 222 kes hatine zindanîkirin. Nûnerê Weqifa Mafên Mirovan a Diyarbekirê Bariş Yavuz amaje kir ku binêpêkirinên mafên mirovan dê Tirkiyeyê di qada navdewletî de tengav bike.
Bariş Yavuz - nûnerê Weqifa Mafê Mirovan a Diyarbekirê, dibêje:"Her roja ku diçe em ji hiqûqê dûr dikevin lê her çi dibe bila bibe divê em dest ji hiqûqê bernedin. Kesên ku mafên wan tên binpêkirin, bila serî li rêxistinên parastina mafên mirovan bidin. Bi vê serlêdanê mexdûr dikarin mafê xwe heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî biparêzin."
Li gorî daneyên raporê; 85 kes ji ber ku fikir û ramana xwe bi azadî aşkera kirine; bi girtîgeh û pereyan hatine sizakirin. Li gorî ragihandina rêveberên rêxistinên mafên mirovan; Tirkiye piştî Rûsyayê welatê ku hemwelatiyên wê herî zêde serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Eropayê dide ye.