Neteweyên Yekgirtî daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê dike aramîyê bo Şengalê vegerînin
Neteweyên Yekgirtî daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê dike rêkarên pêwîst bixin pêşîya xwe bo vegerandina aramî û tenahîyê bo Şengalê.
K24- Hewlêr
Neteweyên Yekgirtî daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê dike rêkarên pêwîst bixin pêşîya xwe bo vegerandina aramî û tenahîyê bo Şengalê.
Nwênera Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Cînîn Hênis Pilasxart di salvegera Cînosayîdkirina Êzdîyan, di daxuyannameyekê de, nîgeranîya xwe derbirî li ser şikestanîna hewlan bo dûbare vegerandina aramî û tenahîyê bo Şengalê û ragehand: Pêwîste rêkarên pêdivî û bilez bixin pêşîya xwe bo asayîkirina rewşa Şengalê.
Herweha nwênera Neteweyên Yekgirtî li Îraqê, Daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir çareserîyeke bi lez bo Şengalê vebînin bi awayekê ku pêdivîyên xelkê bixin pêşîya karên xwe û hevdem kar bikin bo vegerandina xelkê bo deverên wan û kar jî bikin bo avakirina deverên wan.
Nwênera Neteweyên Yekgirtî li Îraqê, xuya jî kir ku bivan nêzîkan dê serdana Şenaglê dike.