Emerîka: Em berdewam dibîn li ser rahînan bi supayê Îraqê û hêza Pêşmerge
Hinarteyê Emerîka di hevpeymanîya şerê dijî Daişê de ragehand: li Îraqê, Daiş li deverên dûre dest bi şêwe ya şane yên nivistî xwe dîyar dikin û karên teroristî Encam didin, nemze li nêzîk Mûsil û sinûrên Herêma Kurdistanê heya digehe Bexdayê.
K24- Hewlêr

Ceymis Cêfrî, Hinarteyê Emerîka di hevpeymanîya şerê dijî de got: Ew nîgeranin ji hêrişên Daişê yên van dawîyan bi rêya şane yên nivistî li deverke berfireha Îraqê, wek parêzgeha Dîyala, Selahedîn, başûra Mûsil û deverên Kurdî û rajêr haya nêzîk Bexdayê.
Got jî, wek xuyaye hêzên Pêşmerge xîçeke berfireh li ser vê deverê diparêzin, hêrişa dawîyê ku qurbanî jê çêbûne li ser evê xîçê bûye.
Herweha got jî: Daiş li deverên dûre dest bi awaya şane yên nivistî xwe dîyar dikin û karên teroristî Encam didin, nemze li nêzîk Mûsil û sinûrên Herêma Kurdistanê heya digehe Bexdayê.
Amaje bi wê yekê jî daku hêzên Îraqî, Pêşmerge û hevpeyman berenagarî wan dibin.
Tekez jî kir ku Ew rahînanan bi hêzên Îraqî û Pêşmerge kirîne û dê berdewam jî bibin.