Baroya Diyarbekirê ji bo zarokên sûrê çalakiyên keyfîn li dar dixe
Ev ew zarokên ku bûne şahidên şer û aloziyên li Sûra Diyarbekirê yên 2015 û 2016'an. Zarokên ku di nav dengên çekan de mezin bûne, niha li ber dengê mûzîkê dilîzîn. Baroya Diyarbekirê bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê, ji bo zarokên Sûrê rêzeçalakiyan li dar dixe.
K24-Amed
Ev ew zarokên ku bûne şahidên şer û aloziyên li Sûra Diyarbekirê yên 2015 û 2016'an. Zarokên ku di nav dengên çekan de mezin bûne, niha li ber dengê mûzîkê dilîzîn. Baroya Diyarbekirê bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê, ji bo zarokên Sûrê rêzeçalakiyan li dar dixe. Baroyê, 300 zarokên Sûrê li Parka Ben û Sen'ê hanîn cem hev û din û bi wan lîstikên rengîn û kêyfîn dan lîstin. Endamê Baroyê Muhlîs Ogurgul amaje kir ku zarokan ji ber şer travma derbas kiribûn û lîstik ji bîr kiribûn lê bi çalakiyên wisa rengîn zarok dikarin dîsa kêyfa zarokatiya xwe bijîn.
Muhlîs Ogurgul - end. baroya Diyarbekirê, dibêje:"Armanca vê çalakiyê ew e ku bandora travmayê li ser zarokan were rakirin û zarok bikaribin mafên xwe bi kar bînin. Em û zarok bi hev û din re xurt in. Bi rastî gelekê keyfa zarokan tê."
Piraniya van zarokan di kuçe û kolanên Sûrê de dilîstin, di şer de malên wan hatin rûxandin û ew jî ji kuçe û kolanên ku lê dilîstin, dûr ketin. Baroyê jî çalakiyeke bi navê "Lîstika min û kuçeya min" li dar xist. Zarokên ku beşdarî çalakiyê bûn, li ber mûzîka Kurdî, Tirkî û Erebî lîstin. Rêvebera Navenda Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekirê Gazal Bayram Koluman ragihan ku li herêmê li ber çavên zarokan gelek bûyerên mezin qewimîn û zarokan ji van bûyeran bandorên neyînî dît in.
Gazal Bayram Koluman - rêvebera Navenda Mafên Zarokan ya baroya Diyarbekirê, got:"Zarokên ji şer û aloziyên li herêmê bandoreke neyînî dît in. Divê li ser travmayan gelek xebatê werin kirin. Em jî wekî navenda mafên zarokan ya baroyê dixwazin ku mafê lîstinê yê zarokan dîsa bînin bîra wan. Me div ê çalakiyê de dît ku zarokan gelekê bêriya lîstikan kirine."
Piştî şer û aloziyên li navçeya Sûrê, rêxistinên civakî di derbarê rewşa zarokan de rapor amade kirin. Li gorî van raporan, piştî aloziyan ji %29 'ê zarokan neçûn dibistanê. Li gorî raporê ji % 68'ê zarokên Sûrê pirsgirêkên derûniyê dijîn. Sazî û rêxistinên civakî yên sivîl bi xebat û çalakiyên rengîn dixwazin dilên zarokan xweş bikin da bûyerên xemgîn ji bîr bikin.