Li Tirkiyê kempeke din ya penaberan hat girtin
Li Tirkiyê kempeke din ya penaberan het girtin û pişkek ji xelkê wê kempê vegeran welatê xwe.
K24- Hewlêr
Li Tirkiyê kempeke din ya penaberan het girtin û pişkek ji xelkê wê kempê vegeran welatê xwe.
Li gor nûçeya Sipotîk li bajaroka Heranê ya ser bi Rihayê ve, kempeke penaberan hat valakirin ku 10 hezar penaber têde bûn.
Piştî girtina kempê jî pişkek ji wan penaberan vedigerin Suriyê û pişkek din berê xwe didin kempên din li bajêrên wek Edene, Osmanîye, Kîlis û Hatyê.
Amaje dihê dan ku ew kemp hatîye valakirin daku leşkerê Suriyê ewên ji bo operasyona rojhilata Firatê li ser sinûrê Suriyê biçin di nav de û têde bimînin.