Bi wêne.. Hewlêr xwe amade dike bo mihvandarîya yarîyên rojavaya Asya
Serokê Yekêtîya topaûpê ya Îraqê, Ebdulxaliq Mesûd li gel Elî Cebar Elesedî, serokê komîteya rêkxistina kome Hewlêr û Husên Seîd, serokê komîteya serperiştyara Yekêtîya Rojavaya Asya serdan yarîgeha Firanso Herîrî li Hewlêr kirin daku bizanin karên amadekarîyê bo rêvebirina yarîyên koma dûyem çawa bi rêve diçin ku biryara yekşembîya dahatî destpê bike.
K24- Hewlêr

Di wê serdanê de, Mesûd Ebdulxaliqî amaje bi asat bilinda cîbicîkirina karan kir û amaje bi wê yekê kir ku hilbijarte welatan evro şembîyê dê bigehin Hewlêr.
Ji alîyê xwe ve Esedî, got: Hemû amadekarîyek hatîye kirin niha Hewlêr amade ye bo pêşwazîkirinê ji hilbijarteyên welatên Erebî.
Her di wê çarçoveyê de, Husên Seîd serokê komîteya serperştkar bo Qehremanîya Rojavya Asyayê, got: Ez daxwazê ji hemû Îraqîyan dikim her yek ji cihê xwe milibimil kar bikin bo serkevtina evê Qehremanîyê ku taqîkirineka şîyanên Îraqê bo rûkxistina qehermanîyan.
Koma yekem: pênc tîm in: Îraq, Surya, Yemen, Felestîn û Lubnan. Koma Dûyem jî: Şageha Seûdîye, Kiweyit, Behreyin û Ûrdin e.
Piştî şerê kendavê yê yekê ve, ev yekem qehremanîye li Herêma Kurdistanê û Îraqê dihê encamdan