Hesûn: Iraqê li pêş jenosaydnasandina trajediya Êzidiyan rêgir e

Peyvdarê Komîteya Bilind a Jenosaydnasandina Kurdên Êzidî Husên Qasim Hesûn li ser jenosaydnasandina trajediya Êzidiyan ragihand, di destpêka jenosyda li dijî Êzidiyan de Serokwezîrê wê demê Nêçîrvan Barzanî komîteyeke bilind a taybet bi jenosaydnasandina Kurdên Êzidî û pêkhate û netewên din pêk anî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Komîteya Bilind a Jenosaydnasandina Kurdên Êzidî Husên Qasim Hesûn beşdarî bernama “Rojev” a Kurdistan24ê û li ser jenosaydnasandina trajediya Êzidiyan ragihand, di destpêka jenosyda li dijî Êzidiyan de Serokwezîrê wê demê Nêçîrvan Barzanî komîteyeke bilind a taybet bi jenosaydnasandina Kurdên Êzidî û pêkhate û netewên din pêk anî û komîtê dest bi komkirina belgeyan kir.

Peyvdarê Komîteya Bilind a Jenosaydnasandina Kurdên Êzidî Herwiha got, li ser arasteyên Kak Nêçîrvan Barzanî ku ev tawan, tawaneke navdewletî ye û divê li ser astê navdewletî kar li ser bê kirin û dadgeheke navdewletî ji teroristên DAIŞê re bê avakirin. Ji ber ku dadgehên Iraqê nikarin biryarê li ser nasandina jenosydnasandina vê tawanê bidin.

Hesûn got da zanîn, Yekem car e di dîrokê de Encûmena Asayişa Navdewletî bi biryara navdewletî 2379 a 2018an bi serpereştiya parêzer Kerîm xan tîmeke navdewletî ava kir, da ku alîkariya hikûmeta Iraqê bike ji bo komkirina belgeyan dadgehkirina wan tawanbaran.

Derbarê ji bo heta niha tawanên bi serê Kurdên Êzidî li ser asta navdewletî wek jenosyd nehatiye nasîn, Hesûn Amaje bi wê yekê jî kir, heta niha li ser asta navdewletî ti dezgeh yan sîstemeke dadperwerî ya navdewletî nîn e da ku çareseriya hemû keysên terorê bike, baştirîn dezgeh niha Dadgeha Navdewletî ya Tawanan li Lahay e û ew jî ji ber peymana Roma derfetê nada Dozgerê Giştî heger welatek ne endam be bikare lêkolînê bike.

Diyar kir jî, jenosaydnasandina karesatan pêwîst e vîneke siyasî ya xurt li pişt be û ev yek li cem Cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî heye, lê Hikûmeta Bexdayê vê keysê wek kesyeke navxweyî dibîne û rêgir bû jî ji bo nasandina van tawan wek jenosayd. Herwiha vîna siyasî ya navdewletî jî ne di asta pêwîst de bû, ji ber ku Encûmena Asayişa Navdewletî dikarî vê keysê veguhêzîne Dadgeha Tawanan a Navdewletî li Lahay bike, lê keysên tawan li Sûriye û Iraqê veneguhêzî wê dadgehê, ji ber ku îrade siyasî ya navxweyî û nevdewletî nebûn.

Li ser pirsa Iraq çima dibe rêgir ji nasandina karesata Kurdên Êzidî wek jenosyd Hesûn got: Di baweriya me de 3 sedem hene. Yek: Pêştir Netewên Yekgirtî li Iraqê ferz kir ku Kuwêtê qerebû bike. Duyem: Hin nîşan hene dibêjin ku eger e hin serkirde û siyasetmedarên Iraqê di wê demê de pêwendiyên wan bi DAIŞê re hebûn. Sêyem: Herwiha hikûmetên Iraqê ji piştî sala 2003an hikûmetên taifî û mezhebî bûn, wê yekê hîşt ziyan bigihe keysên Êzidî, Kiristiyanî, Kurdên Şebek û Kakaî û yên pêkhateyên din.

Amaje bi wê jî kir, tiştê baş e ew e, civaka navdewletî gelek kar li ser jenosydnasandina vê keysê kirine û raport pêşkêş kirine. Herwiha gelek tîmên lêkolînê hatine û serdana Şingalê û gorên bikomî kirine û raportên xwe pêşkêş kirine û hemûyan jî di lêkolînên xwe de diyar kirine ku tawanên li ser Êzidiyan hatine kirin, jenosyd e û pêwîst e mîkanîzmeke navdewletî li ser kar bike û biryarê bide, lê mixabin ta niha ev yek li ser erdê nehatiye kirin.

 

 

S. B