Perlemana Kurdistanê 3ê Tebaxê wek Roja Jenosayda Êzidiyan diyar kir

Perlemana Kurdistanê roja 3ê Tebaxê wek Roja Jenosydkirina Êzidiyan bi koma 87 dengan diyar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Perlemana Kurdistanê roja 3ê Tebaxê wek Roja Jenosydkirina Êzidiyan bi koma 87 dengan diyar kir.

Parlemana Kurdistanê xwendina sêyemîn bo pêşniyaza biryara diyarkirina roja 3ê Tebaxê wek Roja Jenosaydkirina Êzidiyan civiya û tê de bi koma dengan ew pêşniyaz hat pesendkirin.

Proje ku ji çend birgeyan e derbarê qerebûkirina qurbaniyan û avedankirina navçeyên ku li xwe girtibû, bi koma dengan hat pesendkirin.

Roja 3 Tebaxa 2014an ji ber valahiya leşkerî ya artêşa Iraqê, teroristên DAIŞê karîn êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê bikin û Kurdên êzîdî jenosîd bikin û bi hezaran jin, zarokên û mêrên Êzidî komkuj kirin, bi hezaran kes revandin, bi deh hezaran kes jî dan koçberkirin.

 

 

S. B