Grûpên çekdar 29 welatiyên Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên li Efrînê di çend rojên bûrî de 29 welatî revandin û piştî standina pereyan ji malbatên hin kesan ji wan beşek ji wan berdan û hîna çarenivîsa 13 kesên din jî ne diyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê di çend rojên bûrî de 29 welatî revandin û piştî standina pereyan ji malbatên hin kesan ji wan beşek ji wan berdan û hîna çarenivîsa 13 kesên din jî ne diyar e.

Rêxistin Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, roja 2ê Tebaxê çekdarên Cebhe El Şamiyê bi ser gundê Mîrka yê navçeya Mabeta de girtin 14 kes revandin û ji bo berdana her kesekî ji wan daxwaza 100 hezar Lîre Sûrî ji wan kirine.

Kesên hîna revandî navên wan wiha ne: Tahir Menan Hemo, Semîr Ebdo Ebdo, Husên Hemîd Cafer, Esmet Welîd Naso, Mihemed Ehmed Ehmed û Mihemed Mehmûd Cafer.

Herwiha Zekeriya Îbrahîm Elûş, Mihemed Îbrahîm Elûş, Nasan Rifet Sîno, Şiyar Welîd Naso, Selîm Reşîd Dawûd, Rifayî Îso, Necîb Mistefa Henan û kurên Mihemed Qasim piştî ku çekdaran ji her kesekî ji wan 100 hezar Lîre Sûrî standin berdan.

Da zanîn jî, îro jî grûpa bi navê Polîsa Medenî li gundê Mîrka ya navçeya Mabeta 2 welatiyên bi navê Şiyar Mihemed Hemalîko û Cafer Fethî Cindî revandin.  

Wê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn jî, roja 23ê Tîrmehê çekdarên grûpa Cebhe El Şamiyê bi ser gundê Reca yê navçeya Mabeta de girtin û 3 welatiyên bi navê Mihemed Muxtar, Henîf Ebdo û Enwer Wehîd revandin û piştî 4 roja Enwer Wehîd berdan û çarenivîsa du kesên din ne diyar e.

Wê rêxistinê da zanîn jî, grûpeke nenas 3 welatiyên gundê Coqê ku Muxtarê gund Mihemed Osman, Mahir Reşo û Îbrahîn Mistefa Nasir in revandin û di rêbenda hêzên Tirkî re derbas bûn û ber bi cihekî ne diyar ve birin, bêyî ku leşkerên artêşa Tirkiyê ti rênimayekê bigire dest.  

Da zanîn jî, roja 24ê Tîrmehê hema grûpa Cebhe El Şamiyê avêt ser gundên Şêrkan, Çomezna û Elî Caro yên navçeya Mabeta û her yek ji Ezet Xelîl, Ehmed Şîdo Faqî, Hevjîna Reşîd Şêxo, Şaban Ebo Henîf û Ebdula Hecî revandin û piştî dana her yekî ji wan fidya 100 hezar Lîre Sûrî ew piştî 3 rojan hatin berdan.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê grûpên çekdar ve bi hezaran welatiyên Kurd ji bo standina pereyan ji wan tên revandin. Li gor zanyariyan jî, heta niha jî çarenivîsa zêdetir ji hezar kesî ne diyar e.

 

S. B