Operasyona li çiyayê Bagoka Mêrdînê berdewam dike
Li çiyayê Bagokê ev du roj in operasyoneke berfireh ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tê kirin, bi tevlîbûna firokeyên şer û helîkopteran berdewam e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li çiyayê Bagokê ev du roj in operasyoneke berfireh ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tê kirin, bi tevlîbûna firokeyên şer û helîkopteran berdewam e.
Di encama bpmbebarana firokeyan de, agir bi daristana çiyayê Bagokê ketiye û 9 gund ketine nav dorpêça agir.
Li gorî agahiyan, gundên Girêmîran, Merbab, Gundik Şukrî, Xeraba Mişka, Sîdarê Badibê hatine valakirin û leşkeran destûr nadin hêzên hewarhatinê û gundî agir vemirînin.
Doh jî, gerilayên PKKê êrîş biribûn ser leşkerên Tirkiyê yên di operasyonê de ne û di encamê de fermandarek hatibû kuştin û 5 leşker jî birîndar bûbûn.
S. B