Di şerê YPG û grûpên çekdar de 5 çekdar hatin kuştin

Di encama şerê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de li bakurê Helebê, 5 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama şerê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de li bakurê Helebê, 5 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, sê roj in şer di navbera grûpên çekdar û YPGê de li bakurê Helebê li eniya Hezwan – Ebla derketiye û di encamê de 5 çekdarên opozîsyonê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên Rewangehê, kuştî û birîndar di nava rêzên YPGê de jî hene, lê hejmara wan nayê zanîn.

Rewangehê da zanîn jî, şer di navbera her du aliyan li navçeya Şêx Îsa ya bakurê Helebê jî derketiye, lê ziyanên wî şerî nayin zanîn.

Her car li gundewarê bakurê Helebê û herêma Şehbayê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike û şervanên YPGê de derdikve û topên Hawinê jî tên avêtin û gelek caran jî xelkê sivîl dibin qurbanî.

 

S. B