PDK-S: Devera aram bi tekalî be, dê metirsî li ser gelê Kurd çê bike

Berpirsê Rêvebirê yê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ragihand, Amerîka dixwaze Kurd nêzîkî hev bin û di devera aram ya pêşniyazkirî de cihê xwe bigirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Rêvebirê yê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ragihand, Amerîka dixwaze Kurd nêzîkî hev bin û di devera aram ya pêşniyazkirî de cihê xwe bigirin.

Berpirsê Rêvebirê yê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl li ser egera avakirina devera aram li Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re ragihand, Heta niha tenê behsa devereke aram tê kirin, nayê zanîn dê rûbera wê çiqas be û hêzên lê bicih bibin dê kî bin û dê çawa were birêvebirin. Her kesek jî li gor berjewendiyên xwe lê dinêre.

Da zanîn: Em wek Kurd ku pêkhateya herî mezin e di wê deverê de ne, em dibînin heger tenê ecindeyên aliyekî tenê tê de bên bicihkirin, dê metirsî li ser gelê Kurd û doza Kurdî hebe.

Îsmaîl got: Pêkanîna devera aram pêwîst e bibe pêngaveke bo çareseriya siyasî ya giştî ya Sûriyê û li gor biryara navdewletî 2254. Li ser vê astê hîna Amerîka û Tirkiyê lihev nekirine. Tirkiye dibîne ku Amerîka bi hêdî bi vê pirsê diçe, loma Tirkiye dixwaze gefên xwe zêde dike û hêzeke mezin aniye sînorê wê deverê.

Amaje bi wê yekê jî kir: Tirkiye bi tena xwe nikare gefên bicih bike, lê metirsî ew e, ku berjewendiyên Amerîka û welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî bi Tirkiyê re ji yên bi Kurdan re zêdetir in. Herwiha cihê mixabîniyê jî ku PYDê bi siyaseta xwe ya tekalî metirsî li cem hemû aliyan çê kiriye û bi aliyên Kurdî re lihev nake da ku berjewendiyên Kurdan biparêze. PYDê dijayetiya Tirkiyê li ser berjewendiyên Kurdî dike.

Berpirsê Rêvebirê yê Polîtburoya PDK-Sê tekez kir jî: Heger yekhelwestiya Kurdî hebe, dê giraniyeke wê li navçê hebe û rêz jî li îrada me bê girtin. Amerîka dixwaze Kurd nêzîkî hev bin û di devera aram ya pêşniyazkirî de cihê xwe bigirin. Ji ber wê divê PYD nebîne ku ew bi tenê heye.

    

 

S. B