Li Hesekê teqînekê rû da û sivîlek hat kuştin

Di encama teqînekê de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de welatiyekî sivîl hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama teqînekê de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de welatiyekî sivîl hate kuştin.

Li gor zanyariyên K24ê re ragihand, îro teqînek bi riya motorsîklekê li taxa Neşwa ya Hesekê çê bû û di encamê de welatiyekî sivîl hate kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Hat zanîn jî, teqîneke din li taxa Mişrifiyê li hember bazara keskahiyê çê bû û tenê ziyanên madî bûn.