Nêçîrvan Barzanî û Şandera NY pirsgirêkên koçberên Şingalê guftûgo dikin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şandera Taybet a Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert aramiya navçê û çareserkiina pirsgirêkên koçberên Şingalê guftûgo dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şandera Taybet a Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert aramiya navçê û çareserkiina pirsgirêkên koçberên Şingalê guftûgo dikin.
Di civîna de Şandera Taybet a Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert behsa serdana meydanî ya bo devera Şingalê kir û amaje bi girîngiya peydakirina aramiyê li navçê û vegera koçberan û çareserkirina pirsgirêkan kir.
Di civînê de ku îro danê sibê li Duhokê birêve çû, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, Herêma Kurdistanê her hewlekê dide, ta birînên qurbaniyên Şingal û derdora wê bê dermankirin û di wê derbarê de rola civakî navdewletî bo avedankirin û bicihkirina ewlehiyê li navçê bi pêwîst zanî.
S. B