Mesrûr Barzanî û Konsolê Îranê pêwendiyên dualî guftûgo kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û konsolê nû yê Îranê li Hewlêrê berfirahkirina pêwendiyan û bi taybet di warê aboriyê de guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û konsolê nû yê Îranê li Hewlêrê berfirahkirina pêwendiyan û bi taybet di warê aboriyê de guftûgo kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li konsolê nû yê komara Îslamî ya Îranê Nesrula Reşnûdî li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de, Konsolê Îranê ji bilî ku pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir, hêviya serkeftinê di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî jê re xwast.

Herwiha Mesrûr Barzanî bixêrhatina konsolê nû yê Îranê li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.   

 

 

S. B