Fermandeyekê Hêza Pêşmerge: Daiş li deverên Kurdistanî yên derveyê rêveberîya Herêmê mane

Fermandeyê hêzên 80 yê Pêşmerge xuya dike ku Daiş bi awayeke giştî li Îraqê hebûn heye, li Herêma Kurdistanê jî, li wan deveran heye ku dikevin derveyê rêveberîya Herêma Kurdistanê. Şarezayeke serbazî jî bi pêwîst dizane hevpeyaman û supayê Îraqê di rûbirûbûna Daişê de destberdarê hêza Pêşmerge nebin.

K24- Hewlêr

15 hezar çekdarên Daişê li Îraq û Suryayê mane, ev amara dawîyê ya Emerîkaye li ser hebûna Daişê li Îraq û Suriyê ku caran lîvîn jî hene nemaze jî li deverên derveyê rêveberîya Herêma Kurdistanê. Fermandeyê hêza 80 ya Pêşmerge, egera wê yekê bo hebûna valahîya ewlehîyê li wan deveran vedigerîne, dibêje jî: eger nakokîyên sîyasî berdewam bin serhildana Daişê misogere.

Şarerza hoşdarîyê li ser dûbare vegerana Daişê li Îraqê didin, nemaze jî şaneyên nivistîyên wê rêkxistîyê , ku demeke hest bi metirsîyên serhilvedana Daişê hatîye kirin. Pêdivîye hevpeyman û supayê Îraqê hevahengîyê li gel Pêşmerge bikin, çunku berê Pêşmergey selmandibû ku take hêze bikare efsaneya Daişê bişkîne.

Wezareta Pêşmerege jî naveşêre ku Daiş li hinek deveran mane ku berê Pêşmerge li wan deveran bûn, lê wan enîyeke xuya nîne û girûp girûp kar dikin wek dibîjin: Pêşmereg tim Amadeye bo rûbirûbûna Daişê.