Li Efrînê leşkerekî Tirk û 2 çekdaran hatin kuştin

Li Efrînê di êrîşekê li ser rêbendeke leşkerî de, leşkerekî artêşa Tirkiyê û 2 çekdarên grûpên ser bi wê ve hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê di êrîşekê li ser rêbendeke leşkerî de, leşkerekî artêşa Tirkiyê û 2 çekdarên grûpên ser bi wê ve hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmarek çekdarên nenas bi gule û narincoyekê êrîşî rêbenda hevbeş a leşkerên Tirk û çekdaran di navbera gundê Basûtê û bajarokê Cindirêsê de kirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama êrîşê de leşkerekî artêşa Tirkiyê û 2 çekdaran ve hatin kuştin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di 18ê Adara 2018an de, rewşa ewlehiyê bi awayekî têj çûye ku her car şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de derdikevin û dengê teqe tên bihîstin û teqîn rû didin, vê yekê rewşa xelkê Efrînê xistiye metirsiyeke mezin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re da zanîn, şeva bûrî topxaneya Tirkiyê ji nava Efrînê ve herêma Şehbayê bi topan armanc dikir.

Herî dawî berî hefteyekê motorsîkleke bombekirî li taxa Mehmûdê li pêş xwaringehê hat teqandin û di encamê de zarokekî canê xwe jidest da û 9 kesên kesên din birîndar bûbûn.

 

S. B