HDP: Rojavayê Kurdistanê ji Tirkiyê re ne gef e
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) radigihîne, divê hikûmeta Tirkiyê dest ji siyaseta şer berde û rêkirina hêzên xwe ya ji bo sînorê Sûriyê rawestîne.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) radigihîne, divê hikûmeta Tirkiyê dest ji siyaseta şer berde û rêkirina hêzên xwe ya ji bo sînorê Sûriyê rawestîne.
Hevserokê HDPê Sezaî Temellî dibêje, Rojavayê Kurdistanê ji Tirkiyê re ne gef e. Berûvajî gefê, heger Tirkiye bi Rojavayê Kurdistanê re aştiyê bike, dê ji bo Rojava jî û ji bo krîza Sûriyê jî çareserî pêk were.
Temellî daxwaz kir jî, divê Tirkiye dest ji rê û rêbazên leşkerî berde û bi Kurdan re aşitiyê bike.
Beriya 2 rojan Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gotibû, ewê li dijî rojhilatê Firatê operasyoneke leşkerî bikin û armanca xwe ji Amerîka û Rusyayê re jî ragihandine.
S. B