Grûpên çekdar 5 xortên Efrînê revandin
Grûpên çekdar bi armanca standina pereyan ji malbatên wan, xortên Efrînê direvînin û bi darê zorê welatiyan ji malên wan dertînin û destê xwe datînin ser malên wan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar bi armanca standina pereyan ji malbatên wan, xortên Efrînê direvînin û bi darê zorê welatiyan ji malên wan dertînin û destê xwe datînin ser malên wan.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpa Feyleq El Şam li gundê Çeqmaqa duhî xortê bi navê Têkoşîn Nezîr revand û li hember berdana wî daxwaza 700 hezar Lîreyên Sûrî kiriye.
Da zanîn jî, hêzeke hevbeş ji leşkerên Tirk û çekdaran ve li gundê Alciya ya navçeya Şera 3 xortên Kurd Selah Elî, Basil Elî û Delîl Elî bi tometa ku leşkeriya neçar di dema Rêveberiya Xweser de kirine revandin.
Li gundê Sariya ya navçeya Mabeta, pêr grûpeke çekdar xortê bi navê Rohat Mihemed Nasan ku xwendekarê zanîngehê ye revandin û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Wê rêxistinê amaje bi wê yekê jî kir, grûpa bi navê Rical El Herb li gundê Xilalka zorê li gundiyê bi navê Luqman Birîmo dikin, ta ku ji mala xwe derkeve radestî wê grûpê bike.
Heman rêxistinê duhî jî belav kiribû, grûpa Cebhe El Şamiyê li bajarokê Mabeta du malbat ji malên wan derkirin û destên xwe danîbûn ser wan her du malan.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ve, ji bilî revandina welatiyan, grûpên çekdar bi armanca bicihkirina plana guhartina demografî li Efrînê, dest danîne ser bi hezaran xanî, dukan û mal û milkên welatiyan û li şûna wan malbatên koçberên navçeyên din ên Sûriyê bicih kirine.
S. B