Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka: Çi operasyoneke Tirkiyê li bakurê Sûriyê nayê qebûlkirin
Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Mark Esper ragihand, çi operasyoneke leşkerî ji aliyê Tirkiyê li bakurê Sûriyê nayê qebûlkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Mark Esper ragihand, çi operasyoneke leşkerî ji aliyê Tirkiyê li bakurê Sûriyê nayê qebûlkirin.
Wezîrê Bergîriyê ya Amerîka Mark Esper îro ragihand, çi operasyoneke leşkerî ya tekane ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê bê kirin, Amerîka dê rêgiriyê lê bike.
Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka di heman demê de hêvî xwast ku derbarê operasyona rojhilatê Firatê de bi Tirkiyê re bigihin rêkeftinekê.
Beriya 2 rojan Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gotibû, ewê li dijî rojhilatê Firatê operasyoneke leşkerî bikin û armanca xwe ji Amerîka û Rusyayê re jî ragihandine.
Ji bow ê mebestê jî duhî şandeke leşkerî ya Amerîkî li ser herêma ewle li Enqerê bi berpirsên Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê di civînan de ne.
Li gor zanyariyan, Amerîkayê du pêşnîyaz pêşkêşî Tirkiyê kiribûn, pêşnîyaza yekem ew e herêma ewle bi kûrahîya 15 K.M û bi dirêjahîya 140 K.M be. Pêşnîyaza duyem jî ew e, hêzên YPG di herêma ewle de namînin û li şûna wan hêzên Tirkiyê û Amerîkayê bicih bibin û çavdêrî û serkêşiya wê herêmê bikin.
S. B