Li Cizîrê 4 karmendên sexlemiyê hatin zindanîkirin
Li bajarokê Cizîrê bijîşkek û sê karmendên sexlemiyê bi tohmeta endamtiya PKKê hatin zindanîkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarokê Cizîrê bijîşkek û sê karmendên sexlemiyê bi tohmeta endamtiya PKKê hatin zindanîkirin.
Hêzên ewlehiyê yên Şirnexê beriya niha çar rojan li bajarokê Cizîrê biîîşkek û sê karmendên sexlemiyê desteser kiribû.
Karmendên sexlemiyê bi dermankirina endamên PKKê ya di dema şerên xendekan a sala 2015 û 2016an de hatin tohmetbarkirin.
Di encama dadgehkirinê de jî ji bo her çaran bi tohmeta endamtiya PKKê biryara zindanîkirinê li wan hate birîn.
S. B