Mehemed Tofîq Rehîm: Ez xwe ji berbijarîya posta cêgirê serokê Herêmê navekişînim

Mehemed Tofîq Rehîm, karêgêrê xuya di nav Bizava Goranê de bi Kurdistan24 re ragehand: Heya niha tenê wî Sîviya xwe bo posta cêgirê serokê Herêma Kurdistanê pêşkeşî xaneya raperandinê kirîye û naxwaze jî xwe ji berbijêrîyê vekişîne.

K24- Silêmanî

Li ser rêgirtinê ji kandîbûna wî bo wê postê, Mehemed Tofîq Rehîm amaje bi wê yekê kir ku heya niha kombûn li ser wê yekê nehatîye encamdan ka kî dibe kandîdê Bizava Goranê bo posta cêgirê serokê Herêmê û tenê wî Sivî pêşkeş kirîye.

Li ser dest ji karvekişana wî jî got:Min tenê ji Xaneya Raperanê dest ji kar vekişanîdye ne ji Bizava Goranê.

Li ser gîrobûna yekalîkirina kandîdê Goranê bo posta cêgirê Serokê Herêmê, ragehand: Ew kar di destê biraderên Xaneya Raperandinêye û rijtbûna xwe jî nîşan da li ser kandîbûna xwe bo wê postê û ragehand: Eger daxwaz ji wî bihêt kirin, Ew amade nîye xwe ji berbijarîya wê postê vekişîne.