5 sal burîn bi ser hêrişa Daişê re bo ser Mexmûrê
5 sal burîn bi ser hêrişa Daişê bo ser Mexmûr û Gwêrê, bo cara yekem jî Daiş ji alîyê Asayîş û Pêşmerge li mihwera Mexmûrê hat têkşikandin. Evê yekê jî karvedanên nêvdewletî bi xwe re anî û hevpeymanya dijî Daişê yekem hêrişa asmanî kire ser Daişê.
K24- Hewlêr

Necat Elî, fermandeyê yekeya 80 yê Hêza Pêşmerge yên Kurdistanê aşkere kir, ku heya niha Daiş bi temamî ji nav ne çûye û ew rêkistî li zincîre çîyayê Qerçox mane.
Mexmûr 35 Km ji Hewlêrê dûre û dikeve başûra rojavaya Hewlêrê. Piştî 5 salan ji şikandina Daişê, çîyayê Qereçox bûye bingehê serekeyê Daişê. Ev yek jî bûye egera metirsîyê bo ser jîyana hevwelatîyên deverê. Li gor axivtinên hevwelatîyên Mexmûrê jî, hêzên Îraqî rojane reftar û mameleyîn xirab li gel xelkê deverê dikin.