Hikumeta Herêma Kurdistanê biryara vegerandina mûçeyên zêdetir ji 13 hezar kêm endaman da

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di civîna evro de hijmareke biryaran derxistin, di nav wan de jî, biryara da mûçeyên 13 hezar kêmendam û xwedî pêdivîyên taybet vegerîne.

K24- Hewlêr

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di civîna evro de hijmareke biryaran derxist, di nav wan de jî, biryar da mûçeyên 13 hezar kêmendam û xwedî pêdivîyên taybet vegerîne.

Evro, Çarşemebîyê, 7/8/2019 Civata wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatîya Mesrûr Barzanî, serokê Civata wezîran civîya.

Di destpêkê de serokê Civata wezîran amaje bi biryara dadgeha bilinda Fedralî hejmare 71/2019 li 28/7/2019 kir, ewa taybet bi ravekirina madeya 140 a destûra Îraqê ku têde biryar hatîye dan bi zindî vemana wê madeyê. Ji bo vê yekê jî biryara pêkanîna komîteyeke taybet ji Civata Wezîran hat dan bi hevahengî li gel desteya Giştîya Deverên Kurdistanî yên derveyê rêveberîya Herêma Kurdistanê bo dûvçûn û gêngeşekirinê li gel Bexdayê û danana rêkarên cîbicîkirina made ya 140 li gor biryara dadgeha fedral.

Dûv re danûstandin û gotûbêj kirin li ser darijtina mîkanîzma pêdivî bo cîbcîkirina movka 8 ji pişka çaksazîyê li sîstema bacê, bi awayek ku dadperwerî ji wergiritina bacê hebe, herweha hemû rêkarên yasayî û kargêrî bihên peyrewkirin bo rêgirtinê ji xwe vedizînê ji bacê.

Civata wezîran tekez li ser giringîya bacdanê kir ku pêwîste hyemû alî, kes û kompanîyên qerdarê hikumetêne; ew bacên li ser wan in bi awayeke yasayî bidin. Herweha bacên hindûrî yên Herêma Kurdistanê ji alîyê yasayî û kargêrî ve jî bihên rêkxistin bi awayekî ku dadperwerî di bacdanê de hebe û asta jîyar û dahata xelkê li ber çavan bigire. Herweha rê bihê girtin ji xwe vedizînê ji bacdanê û ew yasa jî bihên hevwarkirin ewên di wî warî de rêgirin.

Movkek din a civînê, gêngeşekirin bû li ser pêdaçûnê bi lîsta wan kesên ku bi navên kêm endam û xwedî pêdivîyên taybet hatîne tomarkirin û sûdmendbûne ji tora parazrina civakî. Li ser vê mijarê jî, di civînê de biryar hat dan hevterîb li gel piroseya pêdaçûnê jî, biryara vegerandina meçeyên zêdetir ji 13 hezar kêmendam û xwedî pêdivîyên taybet hat dan.

Di dawîya civînê de, çend mijarên peywendîdar bi karûbarên fermangeya peywendîyên derve hatin giftûgokirin û biryarên pêdivî li ser hatin dan

Civata wezîran, wezaretên navxwe, şarewanî û geştûguzar û wezaretên din yên peywendîdar raspartin ku pêşwazîyeke gerim li geştîyaran bikin ewên bi boneya cejnê ve serdan Herêma Kurdistanê dikin.