PDK: Me sikala li dijî hevwarkirina yasa ya hilbijartina Civata Parêzgehan tomar kirîye
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinên Partiya Demokrata Kurdistanê ragehand ku wan li dadgeha fedralî li dijî birgeya yasaya hilbijartinên civatên parêzgehan skala tomarkirine ku rê nade awareyên li Herêma Kurdistanê deng bidin ji bo parêzgehên xwe di hilbijartinan de.
K24- Hewlêr
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragehand ku wan li dadgeha fedralî li dijî birgeya yasaya hilbijartinên civatên parêzgehan skala tomarkirine ku rê nade awareyên li Herêma Kurdistanê deng bidin ji bo parêzgehên xwe di hilbijartinan de.
Di hevpeyvîneke taybet de bo Kurdistan24, berpirsê dezgeha hilbijartina Partîya Demokrta Kurdistanê, Xesro Goran, aşkere kir kû wan sikala tomar kirine li ser wê birgeya ku rê bi awareyan nade li parêzgehên Herêma Kurdistanê deng bi parêzgehên diî bidin di hilbiajrtina Civata parêzgehan de.
Goran dibêje: Bi egera dagîrkirina Kerkûkê, hejmareke mezin ji xelkê wî parêzgehî awareyê Herêma Kurdistanê bûne.