Bîranîna 86 salîya komkujîya kirîstîyanan li Îraqê
86 sal bi ser komkûjiya Aşuriyên Sêmêlê de derbas dibin ya ku ji aliyê artêşa Iraqê ve li ser dema destihelata Reşîd Elî Geylanî li hemberî xelkê bê gunehê Aşûrî hat kirin û têda zêdetirî 3000 kesan ji jin û zarok û pîr û kalan di gorên bi kom de hatin binax kirin
K24- Hewlêr

Tiştê herî nexweş û dilêş jibo van kirîstîyanan, hêşta hestî û kolox û gorên bi kom yên ku kesûkarên wan têda hatîne bin ax kirin nehatîne dîtin û rakirin
Komkojî û cînosayida Aşuryên Sêmêl û derdûrên wê, ne ji alyê perlemana Kurdistanê û ne jî alîyê Civata Nûnerên Îraqê wek cînosayid nehatye naskrin. Seroka frakisyona gelê Ermen û Kildan û Aşorî dibêje" li perlemana Kurdistanê hewllek heye ji boy bi cînosayid nasandina komkojîya Aşurîyan, debîje jî" Dvê Îraq qerebu ya wê karesatê bike"
Li sala 1933yê, berî 86 salan supayê Îraqê pelamara Aşuryên Sêmêl û gundên derdûrên wê da û zêdetr ji 3000 mirovan, ji jin, zaro, pîr û kalan bi zindî di gurên bi kom da bin ax kirin.