Di 6 mehan de zêdetir ji 5 milyar Dînar hatin vegerandin bo gencîneya hikumetê

Li gor raporta 6 mehên yekem yên ev sal ya Desteya Destpakîya Herêma Kurdistanê, karîne zêdetir ji 6 milyar Dînaran bo gencîneye hikumeta Herêma Kurdistanê vegerînin. Komîteya destpakîya Perlemana Kurdistanê dibêje: Bi hemberkirin li gel hikumeta Îraqê, şîyan li Herêma Kurdistanê gujmeyek mezin ji samanê giştî bo hikumetê vegerînin.

K24- Hewlêr

Seîd Herkî, cêgirê serokê desteya destpakîyê di perlemana Kurdistanê de dibêje:  Cuda ji salên berê, ku salane Desteya Destpakîyê raportek dida kîmîteya xwe, niha di 6 mehan de carekê raporta evê Desteyê digehe dest komîteya peywendîdar di perlemanê de daku ji nêzîk ve haydarê arîşe û astengan be.

Herweha dibêje: li gor raporta 6 mehên yekem ya ev sal ya desteya Destpakîyê, karîne di vê demê de gujmeya 5 milyar û  861 milyon Dînaran ji her sê parêzgehan vegerînin bo gencîneya hikumetê.

Helmet Xerîb ku yasanase, daxwaz dike, ewên bi tawanên gendelîyê dihên sizadan bi ti lêburîneke giştî yan taybet nehên berdan.

Raporta 6mehên burî ya Desteya Destpakîya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dike, ku di dema şeş mehên burî de 59 keys arasteyê dadgehê hatîne kirin, lê 17 keys nehatîne yekalî kirin û 105 keys jî dûvçûnên zêdetir li ser wan dihên kirin.