Agir bi bazareke Hewlêrê ket

Îro agir bi dukanên bazara Îskan ya bajarê Hewlêrê ket û hejmarek dukan şewitîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro agir bi dukanên bazara Îskan ya bajarê Hewlêrê ket û hejmarek dukan şewitîn.

Peyamnêra K24ê da zanîn, agir bi riya molelîdeya kehrebê bi dukanên bazara Îskanê ket û niha tîmên agirkujê hewla vemirandin û kontrolkirina wî agirî didin.

Derbarê ziyanên wî agirî de peyamnêra me da zanîn jî, ziyan tenê madî ne û ti ziyanên canî nebûn.