teqînekê li navenda bajarê Efrînê rûda û hejmarek kes bûne qurbanî

Di encama teqînekê de li navenda bajarê Efrînê, hejmarek kes bûn qurbanî.

K24- Hewlêr

Di encama teqînekê de li navenda bajarê Efrînê, hejmarek kes bûn qurbanî.

Çavkanîyek ji nav Efrînê ji Kurdistan24 re eşkere kir, teqînek bi rêya motosikletekê li navenda bajarê Efrînê teqiya, û ji encama teqînê, 4 kes hatine kuştin û çend kesên din jî, brîndar bûn e, ku di nav wan de zarokek jî, heye.

Hin medya yên girêdayî Rêveberiya Xweser belavkirin e, ku teqînê grûbên çekdar ên li nava Efrînê kiriye armanc, kuştî û brîndar jî, hene.

Heta niha nehatiye zanîn, ku çi alîyekî, ew teqîn encam da ye.