Welatî ji navendên danûstendinê û bazaran pêdiviyên cejinê dabîn dikin

Li bakûrê Kurdistanê, bazarên cejinê geş in. Li Diyarbekirê li bazar û navendên dan û stendinê liv û tevgera cejinê didome. Kiriyarên ku berê xwe didin bazaran, pêdiviyên xwe dikirin lê ji buhabûnê bi gilî û gazinc in. Ji ber bandora qeyrana aboriyê, dikandar bi helmetên erzankirinê dixwazin ku liv û tevgera bazarê zêde bikin.

K24- Amed

Li bakûrê Kurdistanê, bazarên cejinê geş in. Li Diyarbekirê li bazar û navendên dan û stendinê liv û tevgera cejinê didome. Kiriyarên ku berê xwe didin bazaran, pêdiviyên xwe dikirin lê ji buhabûnê bi gilî û gazinc in.  Ji ber bandora qeyrana aboriyê, dikandar bi helmetên erzankirinê dixwazin ku liv û tevgera bazarê zêde bikin.

Li bazarên bajarê Diyarbekirê jî liv û tevgera cejinê didome. Hin welatî pêdiviyên xwe ji navendên dan û stendinê dikirin. Ji ber ku hewa germ e, gelek welatî  berê xwe didin navendên dan û stendinê. Li gorî nirxandina welatiyan; navendên dan û stendinê hênik in û hemû cûre li ber destên wan in. Li navendên dan û stendinê, derfetên bikaranîna qertên krediyan jî hene. Welatî amaje dikin ku dikarin bi hêsanî bi zarokên xwe re li navendên dan û stendinê pêdiviyên cejinê dabîn bikin.

Gûlşen Gûneş – welatî, dibêje:"Li gorî min bi giştî qeyraneke aborî heye. Tiştek nayê kirîn, kel û pel buha ne. Sedemeke vê qeyranê jî bêkariye. Me 2 kîlo şekirê cejnê kirî lê me 50 lîre da. Em carina hin pêdiviyên xwe li ser înternetê jî dikirin, li wir erzantir in."

Fûsun Koseoglu – welatî, dibêje:"Em ê ji bo zarokan cil û bergan dikirin. Em bi taybetî pêdiviyên xwe ji navendên dan û standinê dabîn dikin. Em bihayê 400 lîre cil û berg dikirin. Qalîteya kel û pelên li navendên dan û stendinê baştir e."

Mehmet Yildiz – welatî, got:"Kel û pel buha ne, em tenê tên lê dinihêrin û diçin. Ev marqe li derve tên û girêdayî Dolar û Euro ne ne, ji ber wê yekê giran in, nayên kirîn."

Furkan Gûneş – welatî, got:"Bi rastî qeyraneke giştî heye, em niha hatine ku li kel û pelan temaşe bikin. Ji ber vê qeyranê di berîka wealtiyan de pere tune ye. Bi taybetî ji bo me xwendekaran dan û stendina cejnê zehmet e."

Yek ji navendên dan û stendinê, Sûka Şewitî ya ku li navçeya Sûrê cih digire ye. Ji navçe û gundewarên bajêr jî bi hezaran welatî berê xwe didin vê bazarî.  Li gorî gotinên welatiyan, kel û pelên li Sûka Şewitî  erzan in. Welatiyên ku bi zar û zêçên xwe tên bazarê amaje dikin ku ew bi 500 lîreyî dikarin pêdiviyên 4-5 kesan bikirin.

Welatî, got:"Ya rast bazar giran e, em derdikevin bazarê lê em nikarin tiştekê bikirin. Pere tune ye, qeyrana aborî ye û zarokên me bêkar in."

Şêxmûs Fîdanci – dikandar, dibêje:"Ev 20 sal in ku ez dikandarê vir im. Ji beriya cejnan mûçeya teqawîtan tê dayîn û bi vê yekê jî welatî dikarin tiştan bikirin. Lê ya rast di bazarê de sistiyeke jî heye."

Fincan Ozay – welatî, got:"Em li Stenbolê rûdinin lê ji bo pîrozbahiya cejnê em hatine bajarê xwe. Ez ji niha ve cejna qurbanê ya her kesê pîroz dikim.  Welatê me xweş e, divê em li welatê xwe xwedî derkevin."

Hikûmeta Tirkiyeyê her roja 15'ê mehê mûçeya karmendan belav dike lê îsal ji ber cejinê dê mûçe 9'ê mehê werin belavkirin. Dikandar hêvî dikin ku bi vê yekê dan û stendin zêde bibe.  Ligel vê yekê ji ber ku erzan e, ji Duhok û Zaxo jî gelek kes ji bazarên Diyarbekirê dan û stendina xwe dikin.  Dikandar jî dixwazin ku bi helmetên erzankirinê, kel û pelên xwe bifiroşin.