Pirojeya cotsayîda Çoman- Hacî Omeran carek dî dest pê dike

Çêkirina rêya di navbera Çoman û Hacî Omeran ku rêyeke giringa bazirganî û geştîyarîyê ye di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de, bi egera kirîza abûrîya Herêma Kurdistanê hatibû rawestandin, niha hikumeta Herêma Kurdistanê biryar daye careka dest bi duristbûna wê bike û wê pirojeyê temam bike.

K24- Çoman-Hewlêr

Cadeya yek sayîd, cadeyeke teske û gelek pêç û zivrok têde ne, kû dibû egera rûdanên hatinûçûnê herçende rêya serekeya bazirganî û geştiyarîyê ye di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de.

Piştî veguhertin û destedestkirina wê pirojeyê di navbera çend kompanîyayan de û burîna sê kabîneyên hikumetê û cibicikirina çend qonaxên wê pirojeyê di dawîyê jî de kirîza abûrîyê ew pirojeya dû sayîkirina wê rêyê ragirt. Niha kabîneya  nehem a hikumeta Herêma Kurdistanê biryar daye careka din ew pirojeya cotsayîdkirina rêya Çoman- Hacî Omeran bihê destpêkirin û temamkirin.

Pirojeya cosayîdkirina rêya di anvbera Çoman- Hacî Omeran  heya niha 51 milyar Dînar jê re hatîye mizaxtin û dirêjahîya wê 17 Km, bi temambûna wê jî hajovan û geştîyar ji mandîbûn û metirsîya rêya rizgar dibin û rê jî nêzîk dike.