Hikumeta Herêma Kurdistanê zelalkirinekê li ser mûçeyên pişkek ji xwedî pêdivîyên taybet belav dike

Cotyar Adil, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê, li ser bi hizbîkirina mijara vegerandina mûçeyên 13 hezar xwedî pêdivîyên taybet, zelalkirinek belav kir.

K24- Hewlêr

Cotyar Adil, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê, li ser bi hizbîkirina mijara vegerandina mûçeyên 13 hezar xwedî pêdivîyên taybet, zelalkirinek belav kir.

Li gor zelalkirina gotebêjê hikumetê: Hinek kenalên ragehandinê, bi awayekê mijara vegerandina alîkarîya 13 hezar xwedî pêdivîyên taybet belavkirine ku destekvtê hizbekê ye.

Amaje bi wê yekê  jî kirîye ku ev mijar  di kombûna hejmare 4, ya Civata Wezîran li 7/8/2019 biryar li ser hatîye dayîn.

Hikumeta herêma Kurdistanê tekez dike, ku hikumet, hikumeta hemû hevwelatîyane û mulkê ti hizb, alî û giropên sîyasî nîne.

Deqa zelalkirina hikumeta Herêma Kurdistanê.

Hinek kenalên ragehandinê bi awayekê mijara alîkarîkirina 13 hezar xwedî pêdivîyên taybet behiskirine weke ku destkeveteke hizbî be.

Li vir Em zelal dikîn, ku ev mijar di civîna hejamre 4, ya  Civata Wezîran li 7/8/2019 biryar li ser hatîye dayîn.

Hikumeta Herêma Kurdistanê mulkê hemû hevwelatîyên Kurdistanê ye û her biryarek jî ji alîyê hikumetê ve derkeve ya hemû Herêma Kurdistanê ye û alîyên pişikdar jî di nav hikumetê de di çarçoveya bernameya hikumetê de, bê cudahî xizmeta hevwelatîyan dikin.

Herweha birêz serok wezîrên Herêma Kurdistanê di pêşekîya xîçên giştî yên bernameya karê kabîneya nehem de amaje bi wê yekê daye ku wezaret, wezaretên hikumeta Herêmê ne nekû yên hizbên pişikdar di nav kabîneyê de.

Hêvîdarîn dezgehên ragehandinên hizbên pişikdar di nav hikumetê de evê binemayê bixin ber çavanan.