HDP: Hikûmet xebata şaredariyan asteng dike
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê dibêje, rojane li ser avahiyên wan de tên girtin û xebata şaredariyan tên astengkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê dibêje, rojane li ser avahiyên wan de tên girtin û xebata şaredariyan tên astengkirin.
HDPê di derbarê dorpêçên polîsan û girtinên endam û rêveberên wan de di daxuyaniyekê de da zanîn, hevpeymaniya AKP-MHPê êrişên xwe li ser şaredarî, endamên meclîsan û endamên wan zêde kirine.
Herwiha da zanîn jî, rojane li gelek bajaran şaredarî tên dorpêçkirin û kar û xebata wan tên astengkirin.
Berpirsê Rêxistinên Herêmî ya HDPê Saleh Kaplan got: Helwestên dijminane û yên derveyî yasayan li ser partiya wan û şaredariyên wan bênavber berdewam dikin.
Kaplan diyar kir, armanca hikûmetê ji vê yekê ew e ku şaredariyan bê desthilat bihêlin û wek neserkeftî nîşan bidin û paşê jî bi qeyûmên nû dester bikin.
S. B