Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê kir
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Necah Hesen El Şimerî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Necah Hesen El Şimerî kir.
Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin guftûgokirin.
Herwiha şerê li dijî DAIŞê û pêşhat û guhartinên li navçê dibin jî tewereke din a hevdîtinê bû.
S. B