Bi egera hemajara zêde ya geştyaran rê ya Hamilton li Gelî Elî Beg hat daxistin
Bi egera hejmara mezin a geştyarên hindûrî û derveyî ku di niha de li Herêma Kurdistanê derkevtîne seyangeh û havînegehan bo burandina rojên cejnê, rê ya Hemilton li Gelî Elî Beg hat daxistin.
K24- Hewlêr
Bi egera hejmara mezin a geştyarên hindûrî û derveyî ku di niha de li Herêma Kurdistanê derkevtîne seyangeh û havînegehan bo burandina rojên cejnê, rê ya Hemilton li Gelî Elî Beg hat daxistin.
Teyfûr Mehemed, nûçegihanê Kurdistan24ê li devera Soran ragehand, êvarîya evero bi egera hejmara mezin a geştyaran û qelebalixîyê, rê ya havînegeha Bêxal Xelîfan ber bi Hewlêr ve li Gelî Elî beg hat daxistin.
Ev di demekê de ye, li gor zanîyarîyê berahîyê ya Desteya Geştûguzarên Herêma Kurdistanê, heya roja dûyem a cejnê zêdetir ji 208 hezar geştyar ber bi deverên geştyarîyên Herêma Kurdistanê Hatîne.
Li ser evê yekê jî Nadir Rostî, gotebêjê Desteya Geştûguzarên Herêma Kurdistanê, ragehand: Piranîya wan geştiyaran ji başûr û naverasta Îraqê ve hatîne û got jî: Hejmara geştiyaran berdewame û hejmara wan di zêdebûnê de ye.