HSD: Divê herêma ewle ji çemê Firat û ta çemê Diçle be

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, divê “herêma ewle” di navbera çemê Firat û çemê Dîcleyê de bê avakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, divê “herêma ewle” di navbera çemê Firat û çemê Dîcleyê de bê avakirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand,  li gor nerîna Tirkiyê herêma ewle dê ji Girê Spî û Serê Kaniyê de, lê HSDê dixwaz dike ew herêm ji çemê Firat û ta çemê Dîcleyê lixwe bigire, ji bo ew herêm ji êrîşên Tirkiyê bêne parastin.

Mezlûm Ebdî diyar kir, danûstandinên wan ên ne rasterast bi Tirkiyê re hene, lê ta niha ew nehigihîştine ti encamekê û dê ew danûstandin berdewam bin ta digihin encamekê.

Ev yek di demekê de şandeke leşkerî ya Amerîkî bi armanca avakirina Navenda Operasyonên Hevbeş bi Tirkiyê çend roj in li Rihaya bakurê Kurdistanê ye.

Amerîka û Tirkiyê derbarê “herêma ewle” de gihîştibûn rêkeftinekê, Washington kûrahiyê wê herêmê ji 5 ta 14 K.M dibîne, lê Tirkiye rijd e ku di navbera 40 – 40 K.M de be.

 

S. B