Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im salvegera PDKê bibe sedema aştî, avedanî û aramiya zêdetir bo welatê me

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 73 saliya damezrandina Partiya Demorkat a Kurdistanê peyamek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 73 saliya damezrandina Partiya Demorkat a Kurdistanê peyamek belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêviyê dixwaze, ev bone bibe sedema bidestanîna destkevtên mezintir û  jiyaneke berxtewertir ji gelê me re û aştî, avedanî û aramiya zêdetir ji welatê me re.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê:  

Bi boneya bîranîna 73 saliya damezrandina Partiya Demorkat a Kurdistanê, partiya Kurdatî û berxwedanê, herwiha salvegera roja ji dayikbûna Serok û Rêberê me Mesûd Barzanî germtirîn pîrozbayî li cenabê Serok, endam, alîgirên PDK, Pêşmergeyên qehreman, malbetên serfiraz ên şehîdan û tevahiya xelkê Kurdistanê dikim.

Hêvî dikim ev bone bibe sedema bidestanîna destkevtên mezintir û jiyaneke berxtewertir bo gelê me û aştî, avedanî û aramiya zêdetir bo welatê me.

 

S. B