Livîna Daişê roj bi roj zêdetir dibe

Piştî buyerên 16yê Oktoberê, devera Zengabad li sinûrê bajarokê Qeretepe bi egera nebûna hêzên ewlekarîyên Îraqê, metirsîya livîn û hêrişên çekdarên Daişê li ser wê deverê heye û di çend rojên burî de Daişê hêriş kirin ser hêzên ewlekarîyên Îraqê û Kurdistanê jî û şehîd û birîndar ji wê hêrişê çêbûn.

K24- Germîyan

Endamekê Civata bajrokê Qeretepe, dibêje: Rewşa ewlekarîyê li deverê gelek xirabe û li jêr kontirola supasyê Îraqê nemaye û welatîyên wê deverê parêzvanîyê ji xqwe dikin.

Çend devereke zengabadê kevtin ber hêrişên çekdarên Daişê û ji encam wê hêrişê hejmareke şêhîd û birîndaran jê çêbûn di rêza hêzên ewlekarîyên Kurdistanê û Îraqê de .

Ewên ji encama vê rewşê, ji hemûyan zêdetir zîyan gihayê, gundên Kurdanin ku tim ber bi çolbûnê û valabûnê diçin û zevîyên wan yên çandinê jî dihên dagîrkirin û bi erebkirin.