Rojnamevan û hunermend Dr. Fexredîn Tahir wexera dawîyê kir
Şeva burî, Dr. Fexredîn Tahir, rojnamevan û nivîskar û hunermend, li Hewlêrê, wexera dawîyê kir
K24-Hewlêr
Şeva burî, Dr. Fexredîn Tahir, rojnamevan û nivîskar û hunermend, li Hewlêrê, wexera dawîyê kir
Dr. Fexredîn Tahir, li sala 1955 ji dayîk bûye û çend salan wek rojnamevan, nivîskar, nîgarvan û şanokar xizmeta mêdya ya Kurdî kirîye. Bi salan bû li Siwêd dijîya lê demek vegerîyaye Hewlêrê û şeva burî 16/8/2019 li mala xwe, li taxa Teyrawe wexera dawîyê kir.
Li gor zanîyarîyan termê wî li pizîşka Dad a Hewlêrê ye û evro li goristana Kesnezan dê bihê veşartin.




