Serokatîya Herêma Kurdistanê teqîna Kabulê şermezar kir

Serokatîya Herêma Kurdistanê, teqîna teroristîya Kabûlê şermezar dike, ewa duhî êvarê, şehyaneke hevserîyê kire aramc, li Kabûl a Paytexta Evxanistanê û di encam de bi dehan welatî yên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

K24- Hewlêr

Deqa dexuyanîyê:

Bi tundî wê kara teroristî şermezar dikîn; ewa  duhî êvarî şehîyaneke hevserîyê  kir aramnc, li holeka Kabûla paytexta Evxanistanê û têde bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin.

 Serexweşîyê li kesûkarên qurbanîyan,  gel û hikumeta Evxanistanê dikîn û hevxemên wan în.

Karên teroristî yên bi vî awayî, erkeke mezintir dixe stûyê civaka nêvdewletî de ji bona  hevahengî û karên hevpişik bi awayeke zêdetir dijî teror û teroristan.

Serokatîya Herêma Kurdistanê

18/8/2019